Çavkaniyek taybet ji Efrînê ragihand ku li ser rêya Raco li pişt Nexweşxaneya Cîhan teqînek rû da. Li rex vê yekê jî artêşa Tirk a dagirker gundên Efrîn û Şehbayê topbaran kirin.
Çavkaniyên herêmî ji Efrînê ragihandin ku li ser rêya Raco li pişt Nexweşxaneya Cîhan teqînek çêbûye.
Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.
Li Efrînê şer navbera çeteyan rû da
Li aliyeke din jî, çavkaniyên herêmî ragihandin ku li Efrînê şer navbera çeteyên Sultan Murat û Lîwa Şemal şer derket.
Hate ragihandin ku şer ji ber nelihevkirina çetayan a li ser nuqteyekê ku xwestin serweriya xwe pêk bînin, derketiye.
Her wiha çeteyek ji koma Lîwa Şemal birîndar bû.
Dewleta Tirk gundên Şehba û Efrînê topbaran kirin
Her wiha artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Semûqa yê Şehbayê û bendava Şehbayê topbaran kirin.
Dagirkeriya Tirk gundên navçeya Şera ya Efrînê jî bi dijwarî topbaran kirin.