“Binpêkirinên serweriya Iraqê çavkaniya xwe ji bêdengiya hikûmetê digirin”

Siyasetmedar û pirsporên leşkerî yên Iraqê têkîldarî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker axivîn û gotin: “Binpêkirinên ser serweriya Iraqê, çavkaniya xwe ji bêdengiya hikûmetê digire” Li aliyê din Iraq dixweze ji bo rakirina ambargoya li ser Balefirgeha Silêmaniyê alternatîf bibîne.

Siyasetmedar û pirsporên leşkerî yên Iraqê li ser binpêkirinên serweriya Iraqê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji Rojnews’ê re axivîn.

Pispor û Siyasetmedaran diyar kirin ku Tirkiye bi şêweyek ne fermî esmanê Iraqê bikartîne.

Her wiha hêzên Tirkiyê bi berdewam serweriya Iraqê binpê dike ku ev jî çavkaniya xwe ji bêdengiya hikûmetê digire.

Lewma pêywîste ku Iraq sîstema parastinê ya hewayî bikar bîne ku serweriya neteweyî biparêze û dawî li binpêkirinên Tirkiyê bîne.

Çavdêrê siyasî Selah Buşî jî got ku Tirkiye bêyî hêcet hewl dide hegemonî û kontrola xwe ya li Iraqê berfireh bike.

Selah Buşî diyar kir ku ji bo rê li destwerdana leşkerî ya Tirkiyê a li ser xaka Iraqê bê girtin, divê civaka navnetewî demek ji ya din zûtir pêngavan bavêje.

Iraq dixwaze li dijî ambargoyê Tirkiyê alternatîfan biafirîne

Li aliyê din Parlamenterek Iraqê yê Fraksiyona YNK’ê ragihand ku eger pêywendiyên Iraqê bi Tirkiyê re encam negirin wê li alternatîfan bigerin û wiha got: “Iraq dixwaze rêya hewayî ya Sûriye û Îranê li şûna Tirkiyê ji bo Balefirgeha Silêmaniyê wek alternatîf bibîne.”

Back to top button