Dewleta Tirk cerdevanên bakur li başûr li dijî gerîla weke peşmerge dide şerkirin

Dewleta Tirk ji bo ku kurdan bi destê kurdan bide kuştin hemû rêbazê qirêj pêktînin. Derket holê ku hin kesên ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê û navçeya Êlkê ya Şirnexe
cerdevan bûn, bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê ve derbasî başûr hatine kirin li wir weke pêşmerge li dijî gerîla didin şerkirin.

Dewleta Tirk ji bo şerênavxweyî derxîn û kurdan bi kurda bide kuştin hemû rêbazên qirêj bi hevkariya PDK’ê pêk tînin.

Li bakurê Kurdistanê pergalek bi navê cerdevan ango ceşh heye. Dewleta Tirk van kesan bi rêka pereyan ve salane li dijî PKK’ê dide şerkirin.

Derkete holê gelek kesên ku li Colemerg û Şirnexê cerdevaniyê dikin ev 6 meh in derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, bûne ‘pêşmerge’ û ji wir meaş distînin.

Piranî van kesên ku çûne jî cerdevanên navçeya Çelê ya Colemêrgê û cerdevanên navçeya Elkê ya bajarê Şirnexê ye.

Li gorî agahiyên xwecihî 300 cerdevan bi çarçoweya peymana di navbeyna PDK’ê û Tirkiyê de derbasî Başûrê Kurdistanê bûne, bi navê ‘pêşmerge” tevlî nav şerê li dijî PKK’ê bûne.

Cerdevanên ku meha bihurî tevlî operasyonên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê bûne, meha bihurî di nav hêza PDK’ê de cih girtine ku şandibûn herêma Garê.

Tê gotin ev kes li Tirkiyê meaşê cerdevaniyê digrin, li Başûr jî bûne ‘pêşmerge’ û li vir jî meaşê pêşmerge distînin.

Back to top button