Lasso: Artêş û polîs wê bi wayekî xurt li nava kolanan bin

Li Ekwadorê piştî aloziya li nava girtîgehan, li welat tevdîrên nû têne girtin.
Li welat ji ber zêdebûna bûyerên tundiyê, 60 rojan rewşa awerte hate ragihandin.
Serokdewletê Ekvator Guillermo Lasso got,
Artêş û polîsên me wê bi awayekî xurt li nava kolanên welat tevgera xwe bidin hîskirin.

Lasso di daxuyaniya dayî de anî ziman ku wê hêzên wan yên leşkerî û polîs li nava kolanan tevgereke zêde pêk bînin.

Balkêşe ku biryar beriya serdana Wezîrê Karên Derve yê DYA Anthony Blinken ya ji bo welat pêk hat.

Di çarçoveya rewşa awerte de, wê li 65 girtîgehên welat dewriye bigerin û li kolanan jî wê 3 hezar û 600 polîs û leşker tevger bikin.

Li gorî biryarê, berpirs xwedî wê hêzêne ku dikarin, kombûn, tengavkirina rêxistinên azadî û tevgerkirinê rawestînin.

Serok Lasso her wiha diyar kir ku zêdebûna karanîna narkotîkê di jimara sûcên ku rasterast an neyekser bi firotina narkotîkê ve girêdayî ne, diyar dibe.

Li girtîgeha Guayaquil a Ekwadorê di navbera çeteyan de şer derketibû.

Di encamê de bêtirî 118 girtî hatibûn kuştin.

Piştî bûyerê, Serokê Ekwadorê Guillermo Lasso li hemû girtîgehên welêt “rewşa awarte” ya 60 rojan îlan kiribû.

Back to top button