Têkoşîna ‘Keçên li Kargehê’ ji hemû karkeran re bû îlham

Di herikîna dîrokê de jinan li dijî desthilatê û zihniyeta mêr-serwer ji bo azadiya xwe têkoşîneke mezin dan meşandin.
Di encama têkoşîna jinan de îro 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî li tevahî cîhanê tê pîroz kirin û li qadên azad jin bûn xwedî stato û pêşengên siyaseta civaka demokratîk.

Têkoşîna jinan a ji bo Azadiyê hîn di roja destpêkê de destpê dike.

Ji ber newekheviya zayendî rê li ber lêgerînin jinan vedike.

Yekem çalakiya rêxistinî ya jinan, 1642’an, li dijî feraste olperest derketin.

Jinan xwestin di warê olî de bi mêran re di heman şer û mercan de bin.

1791’an Olympe De Gouges yekem jin bû ku têkoşîna mafê jinan da destpêkirin.

1834’an li kargeha Lowell a pembo ya li Amerîkayê, jinên ku lê dixebitîn li hemberî qutkirina heqdestan têkoşîn dida.

Têkoşîna keçên li kargehê, ji bo hemû karkerên jin-mêr ên Amerîkayê re bû îlham.

Xwesteka jinên karker a ji bo hevbeşiya kar û heqdestê li kargeha Lowellê li hemû welatan belav bû.

Xwişkên Mîrabel…

Li Komara Domînîk, di têkoşîna bindestan a li dijî hikûmeta Trujîllo de bûn sembol.

Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa, 25’ê Mijdar a 1960 an de bi awayek hovane hatin kuştin.

Jina Mexribî Rehma Hemûş li dijî hişmendiya serdest heta kêliya dawî ya jiyana xwe li ber xwe da.

Jina Afrîkî Sûcûrner Tirûs têkoşîna li hemberî newekheviya di navber jin û mêr de da meşandin.

Aktîvîsta Mafê Mirovan û Nîvkara ji Afrîkaya Başur ku nêzî 30 pirtûk nivîsandiye Nadine Gordemir li djî nîjadperestiyê derket.

Jina Filistînî Zekiye Şimot jî li dijî desthilata Israilê li ber xwe de û dagirkeriya li ser bajarê xwe qebûl nekir.

Jina Misrî Hude Şearawî li dijî desthilata Ingilîz serî hilda û dengê jinên berxwedêr bilind kir.

Ji dîrokê de jinên Kurd 8’ê Adarê bi berxwedana xwe afirandin

Jinên Kurd xwedî dîrokeke xurt a têkoşîn û berxwedanê ne.

Mîna Qazî ku di dîroka siyaseta Kurdan de xwedî cihekî girîng e, yek ji damezirînera Komara Kurd e, sala 1945’an Yekîtiya Jinê Kurd ava kir û seroktiya wê kir.

Leyla Qasim sembola azadiya jinên Kurd…Navê wêrekî û lehengiyê.

Li dijî dîktatoriya Sadam Huseyîn serî rakir..

Yek ji damezirandêra pêşî ya PKK’ê Sakîn Cansiz (Sara).

Pêşeng û rêbera têkoşîna jinên Kurd

Çavkaniya serîrakirina jinên cihanê li dijî celad û desthilatê.

Jina kurd Jîna Emînî jî li dijî qanûnê dewleta Îranê yên zayenperest derket.

Bi vê yekê jî jinan bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ serî li ber neheqiyê rakirin.

Ev dirûşme berhema ked û têkoşîna 45 salan a tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd ya dibin rêbertiya Rêber Abdullah Ocalan de ye.

Back to top button