MÎT’a Tirk 4 welatî li Efrînê revandin

Kiryarên dewelat Tirk û çeteyên wê yên li dijî welatiyên li Efrîna dagirkirî dewam dikin.
MÎT’a Tirk, 4 Efrîniyên ji navçeya Cindêrsê revandin.

Li gorî agahiyên ku Ajansa ANHA’yê spartiye çavkaniyên xwe yên li Efrînê, MÎT’a Tirk her 4 welatî ji gundê Dêr Belût yê girêdayî navçeye Cindrêssê, revandin.

Li gorî heman çavkaniyê navên kesên hatine revandin wiha ne:

Hesen Îzzet Hisên 44
Mihemed Ehmed Silêman 29
Îbrahîm Îzeddîn Heyder 38
Elî Mistefa Îsa Erûde 30

Nayê zanîn bê ka ev kesên hatine revandin ber bi ku ve hatine birin.

Back to top button