Li Swîsra û Birîtanya çalakiyên Newrozê hatin li darxistin

Li Swîsreyê û Brîtanyayê resepsiyonên Newrozê hatin lidarxistin Serokê Parlamenta Brîtanyayê resepsiyona ‘Newrozê’ lidar xist û got: “Lidarxistina resepsiyonê li salona meclîsê tê wateya qebûlkirina çand û nasnameya Kurdan.”

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê ji aliyê partiyên siyasî yên Swîsre û Navenda Civaka Kurd CDK ve semînerek hat lidarxistin.

Li wir jî pêvajoya dîrokî ya Newrozê û rêbazên têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya bilind dibe, hatin nîqaşkirin.

Her wiha çalakiyeke din a li Swîsreyê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk CDK ve li Baselê hat lidarxistin.

Ji Kurdên Anatoliya Navîn Bulent Pekerman ku îsal serokê Kantona Baselê ye axaftina vekirinê kir.

Bulent Pekerman ji bo lidarxistina çalakiyê spasiya rêveberiya CDK kir û Newroza herkesî pîroz kir.

Li Brîtanyayê jî semînerek ji bo Newrozê hate lidarxistin.

Nûnerên KNK, Meclîsa Gelê Kurd, Rêxistinên Elewiyan, tevger û rêxistinên Kurdistanî, parlamenterên Îngiliz, gelek lord û kesayet tevlî semînerê bûn.

Serokê parlamenta brîtanyayê Lîndsay Hoyle semînerek li dar xist

Serokê Parlamenta Îngilistanê Lîndsay Hoyle jî li avahiya parlamentê malovanî ji semîner û çalakiya Newrozê re kir.

Hoyle: Lidarxistina semînerê tê wateya qebûlkirina nasnameya Kurd

Lîndsay Hoyle kêfxweşiya xwe anî ziman û got: Kurd li welatê xwe zorî, zehmetiyan dibîne, qedexe li wan tê ferzkirin û destnîşan kir ku lidarxistina semînerê li salona meclîsê tê wateya qebûlkirina çand û nasnameya Kurdan.

Îlham Ehmed: Newrozê bikin roja aşitiyê

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed jî bi dîmen peyamek şand.

Îlham Ehmed bang kir ku Newrozê bikin roja aştî, wekhevî û biratiyê.

Back to top button