Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf diyar kir ku Îsraîl ji bo şerekî di navbera DYA û Îranê de pêk bîne, plan amade kirine.
Mihemed Cewad Zarîf daxuyakirin ku bi rêya belgeyên ketine destê wan, Îsraîl plan dike ku şerekî navbera Îran û Amerîkayê de derxe.
Zarîf di peyama xwe ya li ser twitterê de wiha got:
“Li gorî agahiyên îstixbaretê yên ji Îranê re hatî, sîxur û provakatorên Îsraîlê, ji bo Trump bi şereke nerast re rubirû bihêlin di nava hewildanên derxistina êrîşekî de ne.”
Zarîf bang li Trump kir ku li dijî xefikê hişyar be û dazanîn ku di her êrîşeke li dijî Îranê de wê Îsraîl berdêla herî giran bide.
Hizbulaha Iraqê: Em ê Îro nekevin konsolxaneya Amerîkayê
Li aliyekî din Hizbulaha Iraqê jî bi daxuaniyekê ragihand ku ewê Îro nekevin konsolxaneya Amerîka.
Lê ewê her tola Suleymanî û Mihendisî rakin.
Di êrîşa 3 Çile li paytexta Iraq Bexdayê de, tevî fermnadarê Felyeqa Qudus Qasim Suleymanî û Fermndarê Heşda Şebî Ebû Mehdî El-Muhendisî 10 kes hatibûn kuştin.