Konferansa 17’an a Kurd a Navneteweyî li Brukselê

Seroka Komîsyona Civakî ya Tirkiyê ya YE’yê Prof Karîane West-rheîm der barê rola Rêber Abdullah Ocalan ya di çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyê de nirxandin kir.Karîane dibêje: “Tecrîda li dijî Ocalan girêdayî zextên li ser Kurdan e.
Yekane çareserî rakirina tecrîdê ye. Mifteya çareseriyê Ocalan e.

Li paytexta Belçîka Brukselê Parlamentoya Ewropayê (AP) Konferansa Kurd a Navneteweyî ya 17’an 8-9’ê Adarê pêk hat.

Ji kesayetên ku beşdarî konferansê bûn jî, Seroka Komîsyona Civakî ya Tirkiyeyê ya YE’yê Prof Karîane Westrheîm bû.

Prof Karîane Westrheîm der barê konferansê û nîqaşên tê de, ji ajansa Jinnews’ê re axivî.

Karîane Westrheim: Ji mijarên girîng ên konferansê tecrîd bû

Karîane anî ziman yek ji mijarên herî girîng ên hatin nîqaşkirin rewşa li Îmraliyê û tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan bû û got:

Tundiya fîzîkî, pskolojik û zextên siyasî yên îro li ser Kurdan tên meşandin û gelek mijarên din girêdayî tecrîdê ne.

Yek ji parêzerên Ocalan Mahmut Şakar der barê tecrîdê de agahî da.

Piştî konferansê biryara hat dayîn ku deriyên Îmraliyê bên vekirin.

Di konfernsê de hat xwestin ku CPT, Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa di mijara dijhiqûqiya li Îmraliyê de bikevin tevgerê.”

Karîana balkişand li ser mijara bikaranîna çekên kîmyewî jî û daxuyakirin ku banga lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe û lezgîn hat kirin.

Karîane Westrheim: Mifteya çareseriyê Ocalan e

Seroka Komîsyona Civakî ya Tirkiyê ya YE’yê Prof Karîane Westrheîm dawiya axaftina xwe behsa doza Kurdan kir û ev got: “Di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de tu pêşketin li Tirkiyê tune ne.

Di navbera salên 2013-2015’an de hevdîtinên aştiyê hatin kirin û kêm be jî hêviyek hebû.

Piştre bi dawî bûn. Niha îro tu nîşaneyek der barê çareseriyê de tune ye.

Berovajî vê Erdogan ji şerekî ku di dîrokê de nehatiye dîtin re pêşengiyê dike.

Yekane çareserî azadiya Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê ye.

Rola Ocalan dikare tabloya siyasî ya Tirkiyê biguhere. Mifteya çareseriyê Ocalan e.”

Back to top button