Li Şehbayê ji bo 4 şehîdên Newrozê konê sersaxiyê hat vedan

Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê ji bo 4 şehîdên Newrozê yên li navçeya Cindirêsê li Şehba konê sersxiyê veda.

Rêveberiya Xweser ya Efrîn û Şehba ji bo her 4 şehîdên navçeya Cindêrisê konê sersaxiyê veda.

Di merasîma sersaxiyê de deqeyeke rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê pêk hat.

Di bin kon de, bi navê rêveberiya xweser a Efrînê Mihemed Naso, li ser navê kongra star Elîf Mihemed û bi navê pêkhateyên ereb ji aliyê Ebo Ebdo Cindêrs axivîn.

Di axaftinan de sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyê wê ku li Efîrnê dikin hatin şermezarkirin û bang li civata navneteweyî hat kirin ku dagirkeran ji Efrînê derxînin.

Merasîma sersaxiyê li Şehba bi serdanan didom e.

Back to top button