Şehîd Nêçîrvan Hibo li Qamişlo hat oxirkirin.

Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Asayişê Nêcîrvan Hibo oxir kirin. Li Tirbespiyê jî bi merasîmeke xiyabî şehîdê HPG’ê Xalid Temê hat bibîranîn.

Îro bi sedan xelkê bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Asayşê Nêçîrvan Mihemed Hibo bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin..

Hevserokê Meclisa PYDʹê yê Qamişlo Mesûd Dawud jî bal kişand ser fedekariyên şehîdan û bang kir ku divê xeta şehîdan heta dawiyê bê şopandin.

Birayê şehîd Nêçîvan, Hemîd Hibo jî anî ziman ku ew di oxira parastina destkeftiyên şoreşê de amade ne berdêlên giranbuha bidin.

Piştî axaftinan, cenazeyê şehîd di nava diruşme û tilîliyan de hat binaxkirin.

Li Tirbesipiyê bi merasîma xiyabî şehîd Xalid Temê hat bibîranîn

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Çil Axa, Til Hemîs Û Tirbespiyê jî beşdarî merasîma xiyabî ya şehîdê HPG’ê Xalid Temê ‘Sîpan Karakocan’ bûn.

Rêvebera Kongra Star a navçeya Tirbespiyê jî diyar kir ku dagirkeriya Tirk ji ber têk çûye, çekên kîmyewî li dijî gerîla bikar tîne.

Apê Şehîd Xalid Fener Temê axivî û teqez kir ku ew ê riya şehîdan bişopînin û destketiyan biparêzin.

Merasîm bi xwendina wesîqeya şehadetê bidawî bû.

Back to top button