Dagirerkiya Tirk jinek li Til Temirê birîndar kir

Dagirkeriya Tirkiyê û komên çete êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê sar nakin.
Duh jî jinekê pezê xwe li gundewarên Til Temirê diçêran, ji hêla wan çeteyan ve hat gulebarankirin.

Duh piştî nîvro, jina bi navê Wedha Elî Faris, li gundê Dirdara yê Rojhilatê Til Temirê pezê xwe diçêrîne.

Komên çete yên dagirkeriya Tirk guleyan lê dibarînin û di lîngê xwe yê çepê de birîndar dibe.

Li gorî agahiyan Wedha li nexweşxaneyên Hesekê tê dermankirin.

Piştî erdheja 6’ê sibatê, dewleta Tirk bi top û balafiran, êrişî, Kobanê, Şehba, Eyn Îsa, Til Temir û gundewarên Qamişloyê kiriye û di encamê de, 3 kes şehîd û hejmarek jî birîndar bûne.

Back to top button