Piştî erdhejê hikûmeta şamê dixwaze ji rewşa heyî sûd wergire .
Di serdana dawî ya Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şikrî eşkere bû ku armanca serdanê tenê mirovî ye .
Ji alî xwe ve Wezareta derve ya Amarîka jî ji aliyê xwe ve tekez kir ku serdan pêwîste milê mirovî derbas neke..
Piştî serhildanên gel ên sala 2011`an welatên Rojavayî û hemû cîhana ereban têkiliyên xwe bi hikûmeta Sûriyê re qut kirin.
Her kesî hikûmeta Beşar El-Esed wekî hikûmeta kujerê gelê xwe bi nav dikirin.
Endmetiya Sûriyê ya yekîtiya ereban hate sekinandin.
Dosyên çekên kîmyawî li dijî wî hatin bikaranîn.
Hikûmeta Şamê û erdheja 6’ê Sibatê
Piştî erdheja 6`ê Sibatê rewşa mirovî ji hikûmeta Şamê re bû kilîta sihrî ya vejînkirina têkiliyan.
Doh Serokê Sûriyê Beşar El-Esed li Şamê Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şikrî pêşwazî kir.
Şikrî piştgiriya Serokê Misrê Ebdûlfetah El-Sîsî ji bo gel û hikûmeta Sûriyê ragihand.
Misr alîkarî di bin navê mirovahiyê de şand Sûriyê:
Wezîrê derve yê misrê tekez kir ku armanca serdanê tenê mirovîye .
Her wiha li ser pirsa rojnamavanekî derbarê vegera Sûrî ji bo Komkara Erebî Samih Şikrî ji bersivê reviya
Û tenê tekez kir ku armanca serdanê mirovîye .
Serdanên ji bo Sûrî nabe derveyî çarçoveya insanî be
Wezareta derve ya Amarîka jî ji aliyê xwe ve tekez kir ku helwesta wan ji alî rejîma Esed nehatiye guhertin û wiha anî ziman :