YBŞ: Divê xiyanetkar bizanibin ku em dev ji têkoşînê bernadin

Li Şengalê balafirek bê mirov û bi çek, li nêzî gundê Behrava ya Şengalê wesayîtek kire hedef.
Di encama êrişê de ji Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê wê daxwiyaniyek da ..
Fermandariyê tekez kir ku li hemberî mafên Ezîdiyan xwe parastin û xwe rêvebirinê êriş heye. 

Dewleta Tirk di vê pêvajoyê de jî êrişên xwe li dijî kurdan berdewam kir ..

Rojane êrişî Bakur ,Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike ..

Yek ji herêmê ku rastî êrişan hat Şengal e..

Herî dawî duh dewleta Tirk Şengalê bombebardûman kir ..

Di encama êrişê de ji Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê têkildarî êrişê daxuyaniyek da.

Fermandariyê êriş weke dewama qirkirina êzdiyan pênase dike û got:

“Li dijî mafên Ezîdiyan xwe parastin û xwe rêvebirinê êriş heye.

Dewleta dagirker a Tirk ji bo aramiya Şengalê çênebe û gelê me venegere cih û warên xwe êriş dike.

Bi riya sîxur û xayînan pilanên xwe yên qirêj li dijî Şengalê didomîne ..

Divê xiyanetkar û kesên ku difikirin em ê gav paşde bavêjin bila bizanibin; em di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr in.

Me soz daye gel û hevreyên xwe yên şehîd ku heta serketinê dest ji têkoşînê bernadin ..”

YBŞ’ê raghand ku di êrişa dagirkeriya Tirk de Fermandarê wan Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn.

YBŞ’ê da zanîn ku Fermandarê me yê hêja Pîr Çeko ji roja ku tevlî me bûye heta kêliya şehadetê her erka ser milê xwe bi cih anî ..

YBŞ’ê destnîşan kir ku hevreyê me Agir Cefrî jî ji bo rizgarkirina Şengalê her li ber xwe da ..

Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hat oxirkirin

Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî duh hat oxirkirin.

Şehîd Agir Cefrî piştî merasîmên olî yê Êzdiyatiyê li kêleka birayê wî Şehîd Hecî spartina axê .

Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko wê bi merasîmek were oxirkirin

Cenazeyê Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko jî ji Nexwexaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin ..

Cenaze wê piştî rêûresmên olî yên civaka Êzidî ji malê ber bi Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan ve werin rêkirin.

Li Şehîdgehê jî piştî merasîma leşkerî wê bê oxirkirin..

Tevgera Ehrar Iraqî: Em ê tola fermandarên YBŞ’ê hilînin

Tevgera Ehrar Iraqî ya Îslamî bi daxuyaniyek ragihand ew ê tola fermandarên YBŞ’ê hilînin û got..

Bila xiyanetkar bizanibin ku wê bersiva me tenê li ser kaxez û daxuyaniyê nemîne.

Back to top button