Li Şengalê balafirek bê mirov û bi çek, li nêzî gundê Behrava ya Şengalê wesayîtek kire hedef. Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyek ragihand di encama êrişê de ji Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn.
Li Şengalê erebeyek di saet 11:40’î de li gundê Behrava ya navçeya Xanesorê hat bombebarankirin.
Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê têkildarî êrişê daxuyaniyek da.
Fermandariya YBŞ’ê diyar kirin ku ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir li gel şervanekî din dema xwestin herin taziyeya du ciwanên Êzidî, bûn hedefa êrişek hewayî.
Farmandariya YBŞ’ê: Di êrişê de fermandar Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn
YBŞ’ê diyar kir ku armanca van êrişan qirkirina gelê Ezîdi ye û got: “Li hemberî mafên Ezîdiyan xwe parastin û xwe rêvebirinê êriş heye.
Dewleta dagirker a Tirk ji bo aramiya Şengalê çênebe û gelê me venegere cih û warên xwe yê pîroz êriş dike.
Bi van êrişan xiyanetkar, hevkar û kesên ku difikirin em ê gav paşde bavêjin bila bizanibin; em di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr in.
Em di serî de ji malbatên her dû hewreyên xwe, gelê Êzidxanê û Kurdistanê re sersaxî dixwazin û hevalê xwe yê birîndar jî şîfayê.”
Li gorî daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê nasnameya her dû şehîdan wiha ye:
Nasnav: Pîr Çeko
Nav û paşnav: Seed Elî Bedel
Navê dayik û bav: Kinê-Elî
Cih û dîroka tevlîbûnê: 2016 – Zaxo
Cih û dîroka şehadetê: 27.02.2023 – Behrewa
Nasnav: Agir Cefrî
Nav û paşnav: Xeyrî Xidir Xelef
Navê dayik û bav: Xezal – Xidir
Cih û dîroka tevlîbûnê: 2014 – Xanesor
Cih û dîroka şehadetê: 27.02.2023 – Behrewa.ʹʹ