Li Başûrê Efrîqiya konferansa ji bo azadiya Ocalan tê lidarxistin

Di bin navê ji Welatê Nêlson Mandêla konferansa ji bo Azadiya Rêber Ocalan konferansek tê amadekirin.

Bi durûşmeya Azadî ji Ebdulah Ocalan re û aştî û aramî li Cihanê, koma kar a kurd ya mafê mirovan li başûrê Efrîqiya bi hevkariya destpêşxeriya Sûrî ya ji bo azadiya rêber Ocalan konferansekê li dar dixe.

Konferans wê 2 rojan li bajarê Kîb-Tawin yê başûrê Efrîqiya bê li dar xistin.

Gelek aliyên siyasî, Parlementer, Hiquqnas û şandeyeke ji bakur û Rojhilatê Sûriyê di konferansê de amade ne.

Konferas Sibê dest pê dike û du sibê di roja duyem de dewam dike.

Back to top button