Gundewarê navçeya Til Temirê vê sibehê bû armanca êrîşên artêşa Tirk û hovên wê û sivîlek birîndar kir.
Cardin, dengê topên Tirkan ji asmanê Til Temirê hat bihîstin û gundê Dirdara yê navçeyê bi dijwarî hat topbarankirin.
Ji ber topbaranê, sivîlê bi navê Ehmed El-Xidir hat birîndarkirin û niha li nexweşxaneya şehîd Lêgerîn a li navçeyê tê dermankirin.
Li rex êrîşên rojane yên li ser Eyn Îsayê, ev gund jî gelek caran para xwe ya topbaranê biriye..