Lîna Berekat: Êrîşên li ser herêmê bi devê Rûsyayê ne

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat diyar kir ku êrîşên bê navber ên li ser Eyn Îsayê, dide xuyakirin ku komployeke navnetewî bi pêşengtiya Rûsya li ser navçeyê tê kirin. Siyasetmedarên Kurd jî destnîşan kir ku ev êrîş bi armanca jihevxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên.

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat tiliyên tawanbariyê dirêjî Rûsyayê kir, ku bi devê wê êrîş li ser herêmê pêk tên.

Eyn Îsa hema hema bi awayekî rojane rastî hovîtî û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê tê.

Qurbanên van êrîşan jî, sivîl in û heta niha zêdeyî 14 kesan hatine kuştin.

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat bi tundî ev êrîş şermezar kir û nêrînên xwe derbarê van kirinan de, ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re par ve kir.

Lîna ev êrîş weke komployeke nevdewletî ku bi piştgiriya Rûsya pêk tê bi nav kir.

Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê dibêje, Enqere dixwaze projeya demokrasiyê ya li herêmê derb bike û teqez kir ku ev yek bi erêkirina Rûsya û Hikumeta Şamê pêk tê.

Li gorî Lîna Berekat, opozîsyona Sûriyê tenê nêrîna dewleta Tirk temsîl dike, hikumeta Şamê jî nêrîna Rûsya û Îranê raber dike.

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat di dawiyê de ev bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe ya mirovî rabe û çareserkirina aloziya Sûriyê bi rengekî siyasî û bi lez pêk were.

“Êrîş ji bo jihevxistina tevna herêmê tên kirin”

Siyasetmedarên Kurd jî destnîşan kir ku ev êrîş bi armanca jihevxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên.

Tevî bêdengiya navdewleta û Rûsya, şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina mafên rawa de, hemû êrîş têk bir û dibe.

Back to top button