Li Te’izê 18 sivîl ji ber topbarana Hûsiyan hatin kuştin

Dorpêça hêzên Hûsî li ser devera Hîma ya li parêzgeha Te’izê ket roja 3’an û Hûsî bi tundî malên sivîlan topbaran dikin.
Di encama topbaranê de, di nava 48 saetên borî de, 18 sivîl hatine kuştin.
Serokê Yemenê Ebid Rebu Mensûr Hadî jî destwerdana Îran li Yemenê û desteka wê ya ji bo Hûsiyan, rexne kir.

Li devera Hîma a parêzgeha Te’iz a li başûr rojavayê Yemenê, di encama topbarana hêzên Hûsî de, di nava 48 saetên borî de, 18 sivîl hatin kuştin û 28 jî birîndar bûn.

Li gorî bîlançoya navenda Te’iz a mafnasiyê, Hûsiyan bi ser 41 malên sivîlan de girt û gelek ji wan teqandin û tundî li jin û zarokan kir.

Navendê kuştina 7 welatiyan ku di nav wan de zarokek heye û birîndarbûna 11 kesan jî belge kirin.

Wezîrê Ragihandinê yê hikumeta Yemenî Mu’emer El-Iryanî bi rêya hesabê xwe yê Twîtterê, ev êrîşên Hûsiyan şermezar kirin û dîmenekî topbarana li ser gundê Hîma bi par ve kir.

El-Iryanî bang li civaka navneteweyî, NY û şanderê taybet bo Yemenê Martin Griffiths kir ku fişarê li Hûsiyan bikin da van êrîşan rawestînin û dorpêça li ser vê deverê bi dawî bikin û revandiyan berdin.

Serokê Yemenê destwerdana Îran li welatê xwe rexne kir

Ji aliyê xwe ve, serokê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî, destwerdana Îranê ya eşkere di karûbarê Yemenê de û desteka wê ya ji bo Hûsiyan rexne kir.

Hadî di hevdîtina xwe ya bi şanderê NY li Yemenê Martin Griffiths re girîngî da destekdayîna sekreterê giştî yê NY bo hikumeta Yemenî ya nû û spasiya hewldanên Erebistana Si’ûdî û dewletên Koalîsyonê yên ji bo Yemenê kir.

Serokê Yemenî bal kişand ser hevdîtina welatên Kendavê ya li bajarê El-Ula yê Erebistana Si’ûdî jî û peymana hatî îmzekirin pîroz kir.

Şanderê NY bo Yemenê Martin Griffiths jî pîrozbahiya Guterres ji bo avakirina hikumeta nû ya Yemenî anî ziman û armanckirina endamên hikumetê li balafirgeha Edenê şermezar kir.

Şanderê NY diyar kir ku kesên li pişt êrîşa Edenê, aştî, ewlehî û aramiya ku gelê Yemenî li bendê ye, dikin armac.

Back to top button