QSD: Şervanekî me û 2 sivîl di teqîna Hesekê de birîndar bûn

Li nêzî Dibistana Rûfeyda a li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê mayîn di wesayîtekê de hate teqandin. Di encamê de 2 welatî di nav de jinek bi temen mezin û şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê birîndar bû.

Îro derdora saet 10 û nîvê yê sibeha li pêş dibistana Rûfeyda El-Silmeye ya li taxa Kelasê ya Hesekê erebeyek teqiya.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê derbarê mijarê de daxuyanî da..

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şervanekî wan û 2 welatî birîndar bûne.

Yek ji wan welatiyan jina bi navê Emîne Xelîl Derwêş a 72 salî ye.

QSD: Lêpirsîn li ser teqînê berdewam e

Her wiha QSD’ê eşkere kir ku lêpirsîn di derbarê teqînê de dewam dike.

Birîndar jî niha li nexweşxaneyên Hesekê tên derman kirin.

Piştî teqînê wesayîta ku hatibû armancgirtin, ji aliyên saziyên eleqedar ve hat rakirin.

Back to top button