Di teqîna Hesekê de yek jê jin 3 welatî birîndar bûn

Li nêzî Dibistana Refîde ya li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê mayîn di wesayîtekî de hate teqandin û di encam de 3 welatî birîndar bûn.

Îro derdora saet 11’ê nîvro li nêzî Dibistana Refîde ya li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê wesayîtek hate teqandin.

Li gor agahiyên nûçegihanê me ragihandiye ku ev teqîn di encama mayîneke de pêk hatiye.

Di encama vê teqînê de hate ragihandin jina bi navê Emîne Xelîl Derwêş a 70 salî jî di nav de 3 welatî birîndar bûne.

Birîndar niha li nexweşxaneyên Hesekê tên derman kirin.

piştî teqînê wesayîta ku hatibû armancgirtin ji aliyên saziyên eleqedar ve ji ber dibistanê hate rakirin.

Back to top button