Li Başûrê Kurdistanê hêrsa gel

Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin, tê de banga hilweşandina hikûmeta heyî hat kirin.

Li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi tevlîbûna hezaran kes, xwepêşandanek hate lidarxistin.

Di dema xwepêşandanê de hinek kesên nenas êrîşî Serokê Tevgera Nifşê Nû Şa-siwar Ebdulwahid kir.

Li navçeya Ranyayê jî ku rojane xwepêşandan tên lidarxistin, careke din welatî li nava bazara navçeyê kom bûn û dest bi xwepêşandanan kir.

Hêzên ewlehiyê êrîşî xwepêşanderan kir û alozî derket.

Ji ber êrîşa polîsan gelek xwepêşader birîndar bûn.

Li navçeya Kelar a Germiyan û li Helebceyê jî xwepêşandan hebûn û alozî li wir jî derketin.

Her wiha li Hewlêr, Şêladiz, Sirê û herêma Behdînan, ji bo pêşîgirtina li xwepêşandanên gel, hêzeke zêde ya leşkerî hatiye belavkirin.

Back to top button