Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervana Meclisa Leşkerî ya Minbicê Alaa Selama (Ceylan Cûdî) bi merasîmekê oxir kirin.
Bi sedan şêniyên Minbicê û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştî wergirtina cenazeyê şehîd ji pêşiya nexweşxaneya Furat a bajarê Minbicê berê xwe dan goristana şehîdan a başûrê bajêr.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê axeftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.
Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malabata wê hat kirin.
Di dawiya merasîmê de şêniyan cenazeyê şehîd di nava sloganan de spartin axê.