Li herêmên hikûmeta Şamê 70 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên Hikûmeta Şamê jî 70 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de, 70 kesên din nexweş ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Wezaretê eşkere kir ku 15 kesên din ji vîrûsê baş bûne.

Li gorî van daneyên dawî jî, heta niha li herêmên Hikûmeta Şamê, 2 hezar û 143 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 490 kes baş bûne û 85 kes jî mirine.

Back to top button