Îraqê destûra lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî da

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ferman da ku lêkolîn di derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ya ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bikaraniye were kirin.

Parlementerê Iraqê Soran Omer nivîsek ya ofîsa serokwezîrê Iraqê belavkir.

Di nivîdê de ferman hatiye dayîn lêkolîn di derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê de bikaraniye, were kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye artêşa Tirk a dagirker bi salane li beramberî gerîlayên azadiyê çekên kîmyawî bikartîne.

Tevî gelek belgeyên vê hovitiya artêşa Tirk radestî hikûmeta Iraq, Neteweyên Yekbûyî, Parlementoya Ewropa û rêxistinên mafên mirov hatiye kirin.

Lê heya niha bi awayekî resîmî tu lêkolîn nehatine kirin.

Back to top button