Di sala nû de Koreya Bakur muşekên nû ceriband

Piştî bêdengiyek kin, Koreya Bakur careke din xwe xist rojev. Di sala nû de, Koreya Bakur muşekên nû ceriband. Japonya jî ev yek piştrast kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Sererkanîya Giştî ya Koreya Başûr ve hat dayîn de hat ragihandin ku Koreya Bakur li gorî saeta herêmî derdora seat 08:10’an de ji peravên rojhilatê welêt ber bi deryaya Japonyayê ve muşekek nû avêtiye.

Hat destnîşankirin ku ew muşeka balîstîk e ku ji bejahiyê ber bi deryayê ve hatiye avêtin û lêkolînên berfireh dewam dikin.

Hat destnîşankirin ku ev rewş bi hevkariyeke nêz a bi Amerîkayê re hatiye analîzkirin.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku muşek ji aliyê Hêzên Ewlekariya Peravê ya Japonyayê ve jî hatiye piştrastkirin.

Muşek bi qasî 500 kîlometreyan derbas bûye.

Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida jî ceribandina muşekê bi “xemgîn” bi nav kir.

Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Nobuo Kişî got, ev muşek li derveyî herêma aborî ya taybet a welêt ketiye.

Partiya Karkeran a desthilatdar a li Koreya Bakur ku ji ber bernameya xwe ya muşekên nukleerî ji aliyê NY ve ceza li ser hatine ferzkirin.

Back to top button