Kremlîn: Nabe hêzek derve destwerdanê Kazekîstanê bike

Aloziya li nava Kazexistanê bi bihabûna nirxê sotemeniyê re despêkirî, li welat belav bûye. Berfirehbûna xwepêşandanan, li nava cîhanê jî deng veda. Tirkiye ragihand ku heta dawî ew bi hikumeta welat bawerin û Rûsya jî got: Divê ti kes ji derve destwerdanê li karê navxweyî yê Kazekîstanê neke.

Aloziya 2-3 Çileyê 2022’an de despê kirî, îro li tevahiya welat belav bûye.

Rewşa heyî Rûsya ji xistiye nava fikaran.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li ser mijarê ji ajansa Sputnikê re axivî û got,

“Ji bo tiştê ku niha li Kazexîstanê rûdidin, nabe ku kes ji derve destwerdanê bike.”

Peskov anî ziman ku heta niha li ser bûyerên rûdidin, Kazekîstanê tiştek ji wan ne xwestiye û ev tişt anî ziman:

Em di wê baweriyê de ne ku dostên me yên Kazaxistanê wê bi awayekî serbixwe pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin.

Moskow: Divê Kazekîstan pirsgirêkê bi diyalogê careser bike

Wezareta Karên Derve ya Rûsya jî li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Wezaretê got,

Em hêvê dikin, Kazekîstan aloziya heyî di zûtirîn demê de çareser bike.

“Divê Kazakîstan pirsgirêkên xwe, nebixwepêşandanên li kolanan bi diyalogê çareser bike.”

Tirkiye: Baweriya me heta dawî bi hikumetê heye

Tirkiye jî li ser mijarê fikarên xwe ragihand.

Wezareta Karên Derve ya Tirk bi daxuyaniyeke nivîskî got, ew ji nêz ve xwepêşandanên li welat dişopînin.

Enqerê diyar kir ku ew girîngiyê didin aramiya li welat û bawer dikin ku hikumeta welat wê bikare vê pirsgirêkê çareser bike.

Back to top button