Nobeta Edaletê ya HDP’ê li dijî tecrîdê di roja 22’an de ye

Di roja 22’emîn ya calakiya HDP’ê ya li dijî tecrîdê de, parlamenteran carek din banga rêdana hevdîtina parêzeran a bi Rêber Apo re kirin.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî da zanîn di warê parastina mafê hevdîtinê yê parêzeran de wan serî li Wezareta Dadê û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê daye

Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê parlamenterên HDP’ê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê hatibû destpêkirin dewam dike.

Di roja 22. ya çalakiyê de, Parlamenterên HDP’ê carek din li pêşiya meclîsê ya dîkmena Enqereyê kombûn.

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan li wir daxuyanî da û diyar kir ew li hemberî bêedaletiyê di nobetê de ne.

Omer Ocalan: Tecrîd encama dijminatiya kûr li dijî Kurdan e

Omer Ocalan anî ziman hemû raya giştî û çapemenî sedemên nobeda wan ya li wir dizanin û got:

“Divê Wezîrê Edaletê derbarê mijarê de daxuyaniyekê bide”

Parlementer Ocalan bi bîr xist serlêdanên malbatê yên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin û wiha dewam kir:

Çima malbat nikarin biçin hevdîtinê, çima parêzer nikarin hevdîtinê bi muwekîlên xwe bikin?

Haya me jê heye ku li vir dijminatiyeke kûr a li hemberî Kurdan heye.

AKP ji bo li ser desthilatdariyê bimîne dixwaze her tiştî bixe bin kontrola xwe.

Dixwaze dem bi dem hin pirsgirêkan kûrtir bike. Lê ev mijar pir ciddî ye. ”

Omer Ocalan: Em ê nehêlin tecrîda li Îmraliyê tevahiya civakê dîl bigire

Di dawî de Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan bi lêv kir daxwazên wan meşrû û qanûnî ne û got:

“Em weke malbat û parêzer dixwazin hevdîtin li Îmraliyê bên kirin.

Divê her kes bi giraniya vê meselê zanibe. Ji bo vê em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Em ê nehêlin tecrîda li Îmraliyê tevahiya civakê dîl bigire.”

Ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna sazî û rêxistinan ya hiqûqî didome

Her wiha endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî, demek berê têkildarî tecrîdê serî li hin baroyan dabûn.

“ji bo parêzer bikaribin hevdîtinê bikin me serî li Wezareta Dadê û TTB da”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku têkildarî tecrîda li Îmraliyê û serlêdanên hatine kirin axivî.

Nahît Eren anî ziman di warê parastina mafê hevdîtinê yê parêzeran de serî li Wezareta Dadê û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê (TBB) daye û got:

“Em niha vê pêvajoyê dişopînin.

Em ê li gorî bersivê di çarçoveyeke hiqûqî de helwesta xwe diyar bikin.”

Back to top button