Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê têkildarî zext û êşkenceyên dewleta Tirk ya li dijî girtiyên siyasî daxuyaniyek dan.
Komîteyan diyar kirin ku 3 hevrêyên wan bi zanebûn û bi plankirî hatin qetilkirin.
Faşîzm û tundiya dewleta Tirk a li dijî girtiyên siyasî, bi taybetî jî li dijî girtiyên nexweş zêde dibe.
Dewleta Tirk a faşîst bi tu awayî girtiyên nexweş derman nakin û wan bi mirinê re rû bi rû hiştine.
Û ev demeke ji zindanên Tirkiyê agahiyê şehadetên girtiyên siyasî yên Kurd tên.
3 têkoşerên Kurd, Garîbe Gezer, Abdullrezak Şûyûr û Halîl Gûneş, ji ber zext û eşkenceya dewleta Tirk a li zindanan jiyana xwe ji dest dan.
Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê, têkildarî şehadetên hevreyên xwe û faşîzma AKP-MHP’ê daxuyaniyek weşand.
Hevrêyên me bi zanebûn hatin qetil kirin
Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê ragihand ku bûyerên mirinê yên li girtîgehan zêde bûne, parçeyek ji polîtîkaya qirkirina Kurdan e.
Komîteyan, tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên dewleta Tirk yên qirkirinê ku li dijî herêmên Başûr, Rojava, Şengalê bi bîr xist û got:
“Ji ber têkçûna deshilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst a li beramberî têkoşîna tevgera azadiyê, êrişan hemûyan dike û li zindanan jî girtiyên şoreşger ên welatparêz qetil dike”
Di dewamê de hate gotin, yek ji qadên êrişên faşîst yên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd tê meşandin Zindan e û ev tişt hate gotin:
Dewleta Tirk zindan veguherandine navendên êşkence û tolhildan ê
“Bi deh hezaran mirovên me yên welatparêz û şoreşger ku li ser bingeha qirkirina Kurdan li zindanan hatine girtin, ji bo îradeya wan bê şikandin û ji têkoşînê bên dûrxistin, bi her awayî polîtîkaya zext û êşkenceyê li dijî girtiyan tên meşandin.
Zindan veguherandine navendên tolhildanê û êşkenceyê.”
Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê, derbarê şehadeta her sê girtiyan jî anî ziman ku hevrêyên wan bi zanebûn û li ser bingeha polîtîkaya qirkirina Kurdan, hatine qetilkirin.
Komîteyên Zindanan ên PKK û PAJK’ê dawî de ji malbatên girtiyên ku jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û bang kir ku li dijî zext û êrişên li zîndanan têkoşînê bilind bikin.