QSD’ê nasnameya 3 şervanên ku li Til Temirê şehîd bûn, eşkere kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bê navber êrişî herêmê dikin. Şervanên QSD’ê jî bersiva van êrişan didin.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe ku di encama bersivdayîna êrişên dewkleta Tirk a li ser gavçeya Til Temirê şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemaniya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe ku di encama bersivdayîna êrişên dewkleta Tirk a li ser gundewarên navçeya Til Temirê şehîd bûn, eşkere kir.

QSD’ê di destpêka daxuyaniyê de diyar kir hêzên wan bi berxwedaniyeke mezin bersiv didin êrişên dagirkeriya Tirk yê ku hemû lihevkirin û hevpeymanên navneteweyî bin pê dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin,

“Dewleta Tirk a dagirker heta niha tu carî pabendî her du peymanên agirbestê nebûne.

Hêzên me ji bo parastina herêmê û welatiyên li herêmê bersiva êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didin.

13’ê kanûnê, di encama bersivdayîna êrişa dagikeriya Tirk li ser gundewarên Navçeya Til Temirê 3 şervanên me şehîd bûn.”

QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê herêmê re xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şervanên ku şehîd bûne wiha ye,

Cihad Hesen bi nasnav Cîhad Kobanê, 13’ê kanûna 2021’an li bakurê Til Temirê şehîd bû.

CÎHAD HESEN
CÎHAD KOBANÊ
KANÛN 2021-TIL TEMIR

Yasîn Aksî bi nasnav Diyar Kesk 13’ê kanûna 2021’an li bakurê Til Temirê şehîd bû.

YASÎN AKSÎ
DIYAR KESK
KANÛN 2021-TIL TEMIR

Û Eqîl Reşo binasnav Fedekar Kurdistan 13’ê kanûna 2021’an li bakurê Til Temirê şehîd bû.

EQÎL REŞO
FEDEKAR KURDISTAN
KANÛN 2021-TIL TEMIR

Back to top button