Fîlîpîn..ji ber bagerê bi dehezaran ji cih û warê xwe bûn

Li Fîlîpînê bagera super a ku navê Rai lê tê kirin, li navenda welêt xist.
Bi deh hezaran kes neçar man cih û warê xwe biterikînin.

Bager a super ku di kategoriya pêncemîn de tê pênasekirin, bi bayekî xurt ku saetê 165 kîlometre, li herêmê xist.

Hate ragihandin ku ba li hin deveran dikare saetê bi 195 kîlometreyî bandorê bike.

Saziya meteorolojiyê hişyarî da û got, “Bayê xurt dikare xisareke giran li avahiyan û nebatan bike.”

Saziyê her wiha diyar kir ku li seranserê peravê lehiyên mezin dikarin rû bidin.

Li gorî saziyê zêdeyî 45 hezar kesî cih û warê xwe terikandine û li qadên ewle bi cih bûne.

Rai wek tayfûnekî ku li gorî demsalê dereng maye tê nirxandin.

Piraniya tayfûnên tropîkal ên li Okyanûsa Pasîfîkê bi giranî di navbera mehên Tîrmeh û Cotmehê de rû didin.

Tê payin ku tayfûna super a Rai rojên bê ji rojhilatê welêt derbasî rojava bibe.

Tê texmînkirin ku piştre di ser Derya Çînê ya Başûr re derbasî Vîetnamê bibe.

Back to top button