8 Zarokên DAIŞ’î radestî Rûsyayê hat kirin

Beriya niha Rêveberiya Xweser zarokên DAIŞ’î yên gelek welatan radestî wan kiribûn.
Îro jî Komîteya Têkiliyan a Derve a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî 8 zarok radestî Komseriya Mafê Zarokan a Rûsyayê kir.
Hevseroka Komîteya Têkiliyan a Derve Ebîr Îlyana da zanîn wegirtina bi dehan zarokan ne çareserî ye û got;
“Divê hemû dewlet welatiyên xwe werbigrin.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, ji bo radestkirina zarokên DAIŞ’î gelek caran bang kiribû.

Li ser vê yekê, gelek welatan zarokên xwe wergirtin.

Lê heta niha jî hin welat li ser vê bangê bê deng in.

Îro jî Komîeteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser 8 zarokên Rûsî radestî Seroka Komseriya Mafê Zarokan a Rûsya Mariya Levova kir.

Mariya Levova ji aliyê Hevserokên Komîteya Têkiliyan a Derve a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebdilkerîm Omer û Ebîr Îlyana ve hate pêşwazîkirin.

Heta niha Rûsyayê 233 zarokên xwe ji herêmê wergirtiye.

Têkildarî mijarê, Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêvebriya Xweser Ebîr Îlyana axivî.

Ebîr Îlyana diyar kir wan gelek mijarên girêdayî rewşa mirovî nîqaş kirine;

Ebîr da zanîn li ser vê bangê hîna bêdengiyek heye û got;

Me gelek caran bang li welatan kir, ku zarok û welatiyên xwe werbigrin, lê mixabin hin welat bê deng in.

Civaka navnetewî jî li ser vê yekê deng dernaxe.

Ebîr destnîşan kir wergirtina bi dehan zarokan ne çareserî ye divê hemû dewlet welatiyên xwe werbigrin.

Ebîr Îlyana: Divê hemû dewlet zarok û welatiyên xwe werbigrin

Hevseroka Wezareta Têkiliyên Derve ya Rêvebriya Xweser Ebîr Îlyana anî ziman wan berê jî 255 zarokên Rûsî teslîm kiribûn û wiha bi dawî kir.

Back to top button