DI ENCAMA ÊRÎŞÊN BALAFIRÊN RÛSYAYÊ DE, 8 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Êrîşên rejîma Sûrî bi piştevaniya balafirên Rûsiyayê li ser Idlib û Hemayê berdewam in.

Di encamê van êrîşan de, di nav de 4 zarok, 8 sivîlan li gundewarê Idlibê jiyana xwe ji dest da.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku balafirên şer ên Rûsiyayê duh nîvê şevê derdora herêma Xan Şêxûn kirin hedef.
Di encam de di nav de 4 zarok, 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Çavdêriyê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî li gundewarê Helebê, li gundê Hirêşa êrîşê bendekî kontrolê yê rejîmê kir.
Di encam de 5 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
REJÎM Û RÛSYA GEŞEDANÊN DAWÎ GOTÛBÊJKIRIN
Bi dijwar bûna şerê li van herêman re, duh serokê rejîmê Sûrî Beşar Esed li gel nûnerê serokê Rûsiayyê li Sûriyê Elksender Lavrentîv û cîgirê wezîrê derve yê Rûsiyê hevdîtin pêk anî.
Naveroka hevdîtinê jî komîteya Destûrî, şerê li bakur û rojavayê Sûriyê û geşedanên dawî li herêmê bûn.

Leave a Reply

Back to top button