Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê dewam dikin.
Artêşa Tirk a dagirker li taxa Kurdan a Kobanê zarokeke birîndar kir.
Artêşa dewleta Tirk îro gundê Zormaxar û Ehmed Munîr û 6 gundên li rojava û rojhilatê Kobanê bi dijwarî topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker li taxa Kaniya Kurdan a dikeve rojhilatê bajarê Kobanê zarokeke bi navê Mecdar Mihemed ya 12 salî gulebaran kir û di encamê de birîndar bû.
Dagirer êrişî gundewarên rojavayê Minbicê kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Seyda û Yalinlî yên rojavayê bajarê Minbicê jî topbaran kir.
Dagirker ji nuqteya xwe ya li gundê Şêx Nasir ê başûrê rojavayê bajarê Cerablusê yê dagirkirî her du gundên navborî topbaran kir.



