Bi wesîleya 5’emîn salvegera dagirkeriya dewleta Tirk partiya HDP’ê jî daxuyaniyek da û got,
“Li Efrînê sûcên giran ên li dijî mirovahiyê bê navber dewam dikin. Bêdeng mayîn şerma mirovahiyê ye.”
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HDP bal kişande ser polîkayên desthilatdariya AKP-MHP ya ji bo tinekirina destkeftiyên Kurdan û got
“Li Efrînê sûcên giran ên li dijî mirovahiyê bê navber dewam dikin.
Efrîna ku heta sala 2018’an herêma herî aram û ewle ya Sûriyê bû, piştî dagirkeriyê ji bo sivîlan bû yek ji herêmên herî xeternak e.”
HDP diyar kir bêdengiya giştî ya cîhanê û raya giştî ya Tirkiyê ya li hemberî dagirkeriyê şerma mirovahiyê ye û bang kir ku divê demildest dawî li dagirkirina Efrîn û herêmên din were anîn.
Di dawî de HDP’ê destnîşan kir ku ji bo bidawîbûna hemû dagirkeriyan dê têkoşîna wan bidome.