Li başûrê Idlibê şer girantir dibe

Hêzên hikumeta Şamê careke din nuqteyên çeteyên dewleta Tirk li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku duh Hêzên Hikumetê bi giranî bajarê Erîhayê topbaran kir û di encamê de, zarokek hat kuştin.

Çavdêriyê diyar kir ku di heman demê de jî, çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hikumeta Şamê li keleha El-Medîq û derdora bajarê El-Seqelîbiya li gundewarên rojavayê Hemayê topbaran kir.

25 maşîneyên din yên Tirkiyê derbasî Idlibê bûn

Li aliyeke din jî, duh Çavdêriya Sûrî da zanîn ku Dewleta Tirk 25 maşîneyên din di dergeha Kefer Losîn re derbasî Idlibê kirin.

Li gorî Çavdêriyê, heya niha hejmara maşîne û alavên leşkerî ku dewleta Tirk derbasî herêmê kirine, bûye 7 hezar 420.

Her wiha zêdeyî 12 hezar leşkerên Tirk jî, derbasî Idlib û gundewarê Helebê bûne.

Back to top button