Xelkê Derbendîxanê zêdtirî 28 rojin bê av in

Zêdetirî 28 rojin welatiyên Derbendîxan bê av in û bang li hikumetê dikin, lê heta niha kes bi hawara wan ve nahatiye.

Ofîsa Ragihandin û Agahiyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Mesrûr Barzanî ji bo parêzgeha Hewlêrê xercek qasî 2 milyar û 878 milyon dînar ji bo lêdana 40 bîrên avê cuda kir.

Lê ji bo welatiyên Derbendîxan ku nêzî meheke li dijî nebûna xizmetgûzariyê li qadanin, bêdeng e.

Her wiha hate destnîşankirin ku budceya ku ji aliyê hikûmetê ve were dabînkirin, wê bi pere û bi qonaxî wê li ser budceya asayî ya Wezareta Şarewanî û Geştûguzariyê were xerckirin.

Hikumeta Başur bersiva daxwazên xelkê Derbendîxan nade

Hêjayî gotinê ye ku çalakiya xelkê Derbendîxanê ya li dijî nebûna xizmetguzarî û qirêjiya ava vexwarinê 28 roj in berdewam dike, lê heta niha hikûmetê bersiva daxwazên wan nedaye.

Back to top button