Rewşa jiyanê li herêmên hikuemta Şamê gelekî zehmet bûye û her dolarekî 7 hezar derbas kir. Li aliyê din, Sendiqeya Endazyaran a Parêzgeha Laziqiyê ya hikumeta Şamê li beramberî tespîtkirina zirera xaniyên ji erdehejê zirer dîtine, zêdetirî mîlyonek lîreyên Sûriyeyê dixwaze.
Dolarê Emerakî li Sûriyê 7 hezar leyre derbas kiriye.
Duh Benka Navendî ya Hikûmeta Şamê jî nirxê dolar bi 7 hezar û 100 leyreyê sûrî diyar kir.
Vê gava hikumeta Şamê jî rewşa jiyanê hîn zêde zehmetir kir.
Her roj welatî çavê xwe li ser nirxekî nû yê dolar û pêdiviyên jiyanê vedikin.
Her wiha nebûna madeyên sotemeniyê jî nirxê çûn û hatin û her wekî din bilind kiriye.
Sotemenî li kaziyan peyda nabe, lê li sûka reş bi nirxekî bilind tê firotin.
Di warê Tenduristîn de jî gelek cureyên deraman û şîrê zarokan bi nirxên zêde tên fortin.
Ji ber heqdestiya karmendên hikumetê pir kêm e, tevgera çûn û hatinê û kirînê jî tune.
Kareseta Erdhejê ku 6’ê Sibatê li Bakurê Kurdistanê rû da û bandoreke mezin li Sûriyê jî kir, êşa gelê Sûriyê ji ya heyî zêdetir kir.
Welatiyên ku xaniyên wan ji ber erdhjê zirar dîtin, nikarin vegerin malên xwe û li benda ekîbên lêkolînkirinê ne..
Li gorî rojnameya El-Wetan a nêzî hikumeta Şamê, Sendîkeya Endazyaran a Laziqiyê li beramberî derxistna her raporeke tespîtkirina xaniyekî, mîlyon û 200 hezar leyryên Sûrî diyar kiriye..
Welatî jî bang li aliyên peywendîdar dikin ku ev nirxê hatiye diyarkirin gelekî bilind e û divê alîkarî bi gel re were kirin.