Li Almanyayê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Li bajarê Kolnê yê Almanyayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, hatin şermezarkirin.

Kurdên li bajarê Koln ê Almanyayê û dostên wan bi meşekê sûc û êrişên dewleta Tirk a dagirke ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Meş di nava kolanên sereke yên bajêr de geriya, diruşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

Back to top button