Şêniyên Til Koçerê û gundewarên wê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Faris Îbrahîm re xwest û got:
Ew soz didin ku li dijî her kesê hewl dide ewlehî û îstîqrara herêmê binpê bike, bisekinin.
Di merasîma sersaxiyê de, kesên axivîn weha gotin:
Ji bo parastina nirx û rêgezên şehîdan divê em hevgirtî bin û tevahî planên li dijî destkeftiyên şoreşa me têk bibin.
“Şoreşa me, şoreşeke demokratîk e û xwe dispêre biratiya gelan”
Welat bi fedakarî tên avakirin, şehîdan ev yek îsbat kir.
Şoreşa me, şoreşeke demokratîk e û xwe dispêre biratiya gelan.
Ji lewre divê em hişyar bin û hewldanên zêde ji bo parastina wê bidin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bînin.”
Dawiyê soza şopandina riya şehîdan heta pêkanîna armancên wan hat dayîn.