Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî ku navenda wê Birîtaniya ye, bi awayekî fermî endamtiya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) erê kir.
Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî navenda xwe li Brîtanyayê ye û hejmarek sandîka û yekîtiyên ragihandinê yên welatên ereban û yên Rojhilata Navîn û Afrîkayê cihê xwe tê de digirin.
Serokê Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî Nasir El-Selemonî ji malpera Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî re ragihand ku Yekîtiya Ragihandina Azad bi awayekî fermî bû endamê yekîtiya wan.
El-Selemonî, hemû bawernameyên ji YRA’ê derkevin, wê li kêleka muhra YRA’ê bi muhra Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî werin muhirkirin.
Nasir El-Selemonî destnîşan kir ku Endamê Desteya Rêveber a YRA’ê Rojnamevan Hesen Zaza, wekî nûnerê Yekîtiya Navdewletî ya Ragihandina Erebî li Sûriyê hatiye erkdarkirin.