Minbic-Hêzên Asayişê hejmarek firoşkarên madeyên hişbirê girtin

Hêzên Asayişê li Minbicê jimareke kesên ku madeyên hişbirê difrotin, girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ragihand ku jimarek kesên ku madeyên hişbrê difrotin girtin e.

Di daxuyaniyê hêzên Asayişê de hat gotin:

Di çarçoveya şopandina belavkar û firoşkarên madeyên hişbirê de, şeva borî 16 ‘ê Tebaxê heya sibeha îro 17 Tebaxê bi koordîneya bi dozgeriya Giştî re hêzên me nava bajarê Minbicê û gundewarê wê operasyon anî.

Hêzên me hejmarek kesên ku bi rêya madeyên hişbir gelê me dikin hedef girtin.

Her wiha çekên di destê wan de, tevî miqdarên mezin ji madeyên hişbir desteserkirin.

Hêzên Asayişa ragihand ku hûrgiliyên oparesyonê wê di demeke nêzîk de, bê weşandin.

Hêzên Aşayîşê li bakurê Dêra Zorê serçeteyekî DAIŞ’ê girt

Back to top button