Erdogan li xwe mikur hat: Çend rojên ewil em dereng man

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi gotinên “Çend rojên ewil li gorî daxwaza xwe me nekarî bixebitin” li xwe mikur hat û helalî xwest.

Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan, bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yê bi xwe re bir li Semsûra herêma erdhejê ye daxuyanî da.

Erdogan ê piştî felaketê çû herêma erdhejê û ji bertekên mexdûrên erdhejê û siyasetmedaran a “dewlet nîne” re bi heqaret û xeberan bersiv da vê carê jî li xwe mikur hat û helalî xwest.

Erdogan, serdana xwe ya konê AFAD’ê ya 10’ê sibatê ya li Semsûrê bi bîr xist û wiha got: “Ji wê rojê heta niha gelek tişt hatin guhertin.

Ji ber bandora erdhejê ya zêde, şertên hewayê yên neyînî, zehmetiya ji ber binesaziyê mixabin çend rojên ewil li gorî daxwaza xwe me nekarî bixebitin.”

Back to top button