Faêze Fuad: Azadiya Rêber Apo wê bibe çavkaniya aştiya cîhanê

Nûnera Zerdeştiyan ya li Kerkûkê Faêze Fuad di çarçoveya çalakiyên pêngava şandina nameyan ji NY re ji bo azadiya rêber Apo nameyek şanû û di nameyê de banga azadiya Rêber Apo kir.

Di 11’ê Nîsana 2023’yan de Rêxistina Jinên Azadî Kurdistan (RJAK) di çarçoveya çalakiyên pêngava ‘Mafê hêviyê ji bo Rêber Abdûlah Ocalan’ çalakiyên name şandinê ji NY re dabû destpêkirin.

RJAK’ê di serî de jinên Başûrê Kurdistanê bang li hemû jinan kiribû ku tevlî pêngavê bibin û dijî tecrîda li ser Rêber Apo bê deng nemînin.

Li ser banga RJAK’ê li seranserê cîhanê jinan bi sedan name ji NY re şandin.

Nûnera Zerdeştiyan ya li Kerkûkê Faêze Fuad jî nameyek ji bo Rêber Abdullah Ocalan nivîsandibû.

Faêze Fuad di nameya xwe de wiha hestên xwe ji bo Rêber Apo rêz kiriye.

Civaka navnetewî li ber bêdengiya li hemberî Nelson Mandella peşîman bû û piştre kirina sembola aştiyê.
Lê Rojhilata Navîn û hemû cîhan, li hemberî girtina rêberek aştîxwaz, bêdeng e.

Rêber Apo weke bîrmendek dîwanên zindanê şikand û berxwedanê hîn zêdetir geş kiriye. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ketiye ser zimanê hemû cîhanê, diyare ev sembol wê weke hemû sembolên din dîroka nû ya Kurd pê binivîsîne. Em hemû bi werene û hun hertim weke heval, dost, rêber, rêberê Kurdanin û meşaleya azadiyê ya Kurdanin.

Cezayê herî dirêj yê kesek 25 sale û piştre mafê hêviyê tê dayîn. Civaka navnetewî li hemberî girtina Nelson Mandela peşîmaniya xwe anî ser ziman û piştre kirin sembola aştiya cîhanê û lêborîn xwestin. Lê beramer rêberek aştîxwaz yê Gelê Kurd ku nunertiya zêdetirî 50 milyon mirov dike, Rojhilata Navîn û hemû cîhan çavê xwe girtiye û lal bûne. Gelek di kesayeta rêbertî de tê jenosîdkirin.

Azadiya Rêber Apo wê bibe çavkaniya aştiya cîhan û aramiyê.”

Back to top button