PAJK’ê fermandar Axîn Mûş û hevriyên wê bi bîr anî

Koordînasyona PAJK’ê fermandara gerîla Axîn Mûş û hevrêyên wê bi rêzdarî bi bîr anî û got: Hevrê Axîn bi tecrûbeya xwe ya ji kedê, helwesta radîkal û fikrê xwe yê zelal bû milîtana pêvajoyên herî zehmet û di şoreşa jinê de bi roleke bêhempa ya pêşengiyê rabû.

Koordînasyona Partiya azadiya jinên Kurdistanê (PAJK) bi daxuyaniyekê fermandar Axîn Mûş û hevrêyên wê bi bîr anî.

PAJK’ê di daxuyaniyê xwe da zanîn ku hevriyên wan di 17’ê Îlonê de li navçeya Licê ya Amedê şehîd bûn.

Hevrê Axîn ji roja destpêkê ve sîstema kapîtalîst red kir.

Ji Ewropayê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, biryardariya xwe heta nefesa xwe ya dawî dewam kir.

Li dijî sîstema serwer û dagirkerên faşîst, bû hişmendiya têkoşînê ya jinan û biryardariya fedaî ya li ser xeta Rêber Apo.

Hevrê Axîn hestên dilsozî û hezkirina kûr a li gel û hevrêyên xwe, timî kir hêmana meşa xwe ya şoreşgerî.

PAJK’ê: hevrê axîn temsîliyeta herî şênber a nasnameya jin a azad kir

Bi domdarî Koordînasyona PAJK’ê destnîşan kir ku endama Meclîsa PAJK’ê hevrê Axîn Mûş taybetmendiyên partîbûnê di kesayetiya xwe de bi rengekî bêhempa afirand û ev tişt got:

Axîn di rastiya Rêbertî de xwe jinûve ava kir, bû pêşeng û milîtaneke me ya bijarte.

Li qadên gerîla mohra xwe danî binê gelek serketinan.

Li gel perwerdekirina bi sedan fedaiyên azadiyê, bi xwe jî li refên herî pêş ên têkoşînê cih girt, wezîfeyên pêşengiyê bi cih anî.

Weke rêveberiya partiyê, pêşengiya xeta azadiyê jinê bêkêmasî bi cih anî.

Hevrê Axîn temsîliyeta herî şênber a nasnameya jin a azad kir û azadî bi jiyana xwe re kir yek.

Koordînasyona PAJK’ê di dawiya daxuyaniye xwe de soza şopandina doza şehîdan da û got:

Em ê dilsozê vê rastiyê bin û li ser xeta şehîdên xwe yên mezin şoreşa jinê bi ser bixînin.

Rêya vê yekê jî têkbirina faşîzmê li Kurisdtanê ye, bidawîkirina dagirkeriyê ye, misogerkirina azadiyê ye.

YJA Starê 4 şehîdên Amedê bi bîr anî

Back to top button