Li gundewarê başûrê Reqayê Hêzên Asayîşê mayînek bêbandor kir.
Hêzên Asayîşê ragihand hêzên wan li Reqayê mayînek bêbandor kirine û got:
Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn,
Gilî ji navendeke ewlehiyê re hat pêşkêşkirin ku cismekî xerîb li herêma El-Kesret li başûrê Reqayê heye.
Hêzên Asayîşê tevî tîma endazyariyê çûn cihê hatiye nîşankirin.
Piştî lêkolînê hat eşkerekirin ku ew şekil mayîn e û ji bo teqînê amade ye.
Tîma endazyariyê ew mayîn bêbandor kir.
Hêzên Asayîşê hişyarî da şêniyan ku her cismekî xerîb bibînin, agahiyê bidin navenda herî nêz.