Komxebata Şêwirê ya Qamişlo bi encamnameyekê bi dawî bû

Di çarçoveya rêzecivînên ku komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk li dar dixe de, Komxebata Şêwirê ya Qamişlo ku duh dest pê kir îro bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di komxebatê de, li ser çareseriya aloziya Sûriyê, bi amadebûna bi dehan siyasetmedar û kesayetên demokrat ên ji Sûriyê û derveyî welat, nîqaş hatin kirin.

Komxebata Şêwirê li Hola Zana ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Nêzî 80 siyasetmedar, rewşenbîr, diplomat, nivîskar û çalakvanên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevaya Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), beşdar bûn.

Di Komxebatê de, pêşketinên siyasî ên li herêmê, giringiya çareseriya siyasî ya li Sûriyê, nasnameya netewî û ne navendîbûnê, nîqaş hatin kirin.

Piştî nîqaş û rûniştinan, komxebat bi encamnameykê bi dawî bû.

Endama Komîteya Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Derya Remedan û Endamê Şepêla Ciwanên Kurd Ebdilwehab Xelîl ji Ronahî re axivîn û bal kişandin ser giringiya komxebatê.

Komxebata Şêwrê ya Qamişlo.. Di roja duyemîn de didome

Komxebata Şêwirê ya MSD li Qamişlo tê lidarxistin

Back to top button