Komxebata Şêwirê ya MSD li Qamişlo tê lidarxistin

Di çarçoveya rêzecivînên ku komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk li dar dixe de, Komxebata Şêwirê ya Qamişlo, tê lidarxistin. Di roja yekemîn a civînê de pêşketinên siyasî ên li herêmê û giringiya çareseriya siyasî a li Sûriyê û nasnameya netewî, hatin nirxandin.

Nêzî 80 siyasetmedar, rewşenbîr, diplomat, nivîskar û çalakvanên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevaya Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) beşdar bûn.

Di roja yekemîn a komxebatê de buyer û pêşketinên siyasî ên li herêmê û giringiya çareseriya siyasî a li Sûriyê û nasnameya niştimanî, hatin nirxandin.

Dê komxebat 2 rojan bidome û bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Endamên komîteya amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Canda Mihemed û Hesen Mihemed Elî û Sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistnê Necmeddîn Mele Umer, ji Ronahî tv re axivîn û diyar kirin ku ew dixwazin pirsgirêkên Sûriyê bi kesayetên demokrat çareser bikin.

Back to top button