Zarokên ku di meha Tebaxê de beşdarî qonaxa 3’emîn a Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê bûbûn îro hatin xelatkirin. Bi dehan zarok û malbatên xwe beşdarî şahiyê bû.
Şahiya xelatkirinê li hola Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan zarok û malbatên wan hat lidarxistin.
Di şahiyê de nivîskarên zarok ên ku berhemên xwe pêşkêş kiribûn bi serketin û hatin xelatkirin.
Hevserokê Desteya Çandê Ebd-Elmecîd Xelef axivî û got: “Hûn zarokên me paşeroja me ne, di demên pêş de hûnê wekî nivskarên biçûk berhemên mezintir pêşkêş bikin.”
Pêşbirk bi stranan bidawî bû.