Li Kirmanşanê di êrişa hêzên Îranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da

Hêzên Îranê êrişên xwe yên li ser kolberan dewam dikin. Li Kirmaşanê di encama êrişê de kolberekî jiyana xwe ji dest da, du kolber jî birîndar bûn.

Hêzên Îranê danê sibehê li herêma ser sînor ya Newsud a ser bi Kirmaşan ya Rojhlatê Kurdistanê, êrişî komek kolber kir.

Di encama êrişê de kolberek jiyana xwe ji dest da, du kolber jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, kolberê jiyana xwe ji dest dayî bi navê Îsmaîl Ebdî (32) ê xelkê gundê Bazanî ser bi bajarokê Ciwanro ye.

Kolberên birîndar jî bi navê Hemîd Ehmedî û Bextiyar Fetahî yên xelkê bajarokê Ciwanro ne.

Back to top button